Sopranoya Kurd: Ji ber stranên Kurdî, cihê konsertan peyda nabe
PeyamaKurd-Sopranoya Kurd Perwîn Çakar a ku di qada navneteweyî de deng vedaye, ragihand ku ji ber ew di konsertên xwe de berhemên bi Kurdî distrê, astengî li pêşiya wê derdikevin.
Perwîn Çakar, sopranoya Kurd e û bi eslê xwe ji Mêrdîna Bakurê Kurdistanê ye. Hunermenda navdar, di hesabê xwe yê medyaya civakî de ragihand ku ew ji bo dayîna konsertan, hêwanan nabîne. Hunermenda Kurd, nerazîbûna xwe bi awayekî tund nîşan da û got,“Em dikarin li kîjan hêwanê konsertê bidin gelo? Em li her deverê li hêwanên konsertan digerin. Gelo ji ber ku di repertuara me de berhemên bi Kurdî hene hûn cih nadin me? Ka edalet? Ka wijdan? Ka rêzdarî? Ka wekhevî? Armanca me bes huner e.”

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin