Waliyê Mêrdînê bi ciwanan re stranên Kurdî dibêje
PeyamaKurd - Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman bi ciwanan re stranên Tirkî û Kurdî û yên Ahmet Kaya gotin.
Waliyê Mêrdînê Mustafa Yaman li navçeya Artuklu ya Mêrdîna Bakurê Kurdistanê serdana dikandar û esnafa kir. Mustafa Yaman ligel parlamentera berê ya AKPê ya Wanê Gulşen Orhan li Kuçeya Çandê geriya.
Yaman li vê derê kargehek ziyaret kir û ciwanên ku stran digotin dît. Yaman li cem ciwanan rûnişt, ew qasekî guhdarî kirin û bi wan re sohbet kir.
Cumhurbaşkanı Başdanışmanı @gulsenorhan ile Mardin Valisi @MustafaYMN’nın Kürtçe türküsü mest etti ?
— Cansu Colfan (@cansucolfn) December 24, 2019
Ve daha nice türküleri @MustafaYMN’dan dinlemek için buyrun gelin ? pic.twitter.com/ftKRg72WoY
Yaman û Gulşen Orhan paşê bi ciwanan re stranên Tirkî û Kurdî gotin, helbest xwendin.
Welatiyên ku ji wir re derbas dibûn jî ew guhdarî kirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin