Berdevka HDPê bang li malbatan kir: Heta 21ê Çileyê dersên Kurdî hilbijêrin!
PeyamaKurd – Berdevka Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Ebru Gunay, di civîna rojnamevanî ya li navenda partiya xwe ya Enqerê de, banga hilbijartina dersên kurdî li malbatan kir ku heta 21ê Çile ji bo zarokên xwe li dibistanên seretayî û navîn wê dersê hilbijêrin.
Ebru Gunay got ku her çiqas ne bes be jî dersên bijarte yên Kurdî derfetek in û divê malbat heta 21ê mehê dersên kurmancî û zazakî ji bo zarokên xwe yên dibistanan hilbijêrin.
Herwiha Gunay bibîr xist ku ew daxwazî û bangewazî ji bo perwerdeya zimanê zikmakî ne û got: “Mixabin ev daxwaz li Tirkiyê nehatiye qebûlkirin. Lê derfeta dersa bijarte ya kurdî heye. Em dizanin ku dersên bijarte ne bes in, lê ev jî derfetek e. Divê malbat ango dê û bavên zarokan heta 21ê Çile dersa kurdî ya bijarte hilbijêrin. Ez vê bangê li hemû malbat û xwendekaran dikim. Dersên kurdî hilbijêrin!”
Gunay di axaftina xwe de bal kişand ser girtina mamosteya kurdî Zara Mihemedî li Rojhilatê Kurdistanê û got ku wekî Îranê li Tirkiye jî perwerdeya kurdî qedexe ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin