Berdevka DEM Partî: Heta Tirkiye helwesta xwe ya Sûriyê neguherîne pêwendiyeke nû ne pêkan e

15 July 2024 19:33 0 dîtin
Berdevka DEM Partî: Heta Tirkiye helwesta xwe ya Sûriyê neguherîne pêwendiyeke nû ne pêkan e

PeyamaKurd - Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan got ku heta Tirkiye pozîsyon û helwesta xwe ya li Sûriyeyê neguherîne pêwendiyeke nû ya ligel wî welatî ne pêkan e.

Lijneya Rêveberiya DEM Partiyê îro li Navenda Giştî ya DEM Partiyê civiya û piştî civînê Berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, rojeva civîna partiyê eşkere kir.

Dogan, derbarê siyaseta Tirkiyeyê ya li Sûriyetê de got ku gelên Sûriyeyê dixwazin li Sûriyeke yekgirtî û demokratîk bijîn û divê rêz li îradeya wan bê girtin.

Ayşegul Dogan li ser hewlên normalîzebûnê yên Tirkiyê bi Sûriyê re nêrîna partiya xwe wiha rave kir:

“Eger hûn dixwazin pêwendiyên xwe yên li gel Sûriyeyê normal bikin û bi rastî li gorî serdema borî bifikirin û bikin, divê bi awayekî eşkere û şefaf bi raya giştî re bê parvekirin.

Tirkiye dê di mijara penaberan de çi bike? Tevî vegera bi dilxwazî dê planeke çawa bê amadekirin.

Gelên Sûriyeyê dixwaze di Sûriyeke yekgirtî û demokratîk de bijîn. Hûn rêz li îradeya gelan û jiyana ku dixwazin bijîn digrin? Ji kerema xwe bi raya giştî re parve bikin.

Hûn dibêjin em dê hem pozîsyona xwe ya berê biparêzin û hem jî daxwaza peywendiyên nû bi Sûriyê re dikin.

Eger hûn li ser pozîsyona xwe ya berê bin, ev dê çawa pêkan be. Wê demê bi rastî Tirkiye li Sûriyeyê çi digere.

Li ber çavan diyar e ku heta pozîsyona berê neyê guhertin, pêwendiyên nû nabin.

Eger ev tişt bûbûya, jixwe berî hilbijartinên 31ê Adarê xwestin ku bikin lê bi ser neketin û nebû.

Ew welatên ku we rola navbeynkarî û hêsankariyê da wan, ev rola navbeynkarî û hêsankariyê bi çi awayî bi kar anîn.

Mafê raya giştî ya Tirkiyeyê ye ku van tiştan bizanin. Her welatiyekî Komara Tirkiyeyê dixwaza bizane ev pêngava di siyaseta derve de nû ye yan ne nû ye.

Em jî wekî DEM Partiyê dipirsin, di siyaseta derve de ku hûn wekî `birîneke bi xwîn` bi nav dikin û em jî di vê pênaseyê de hevnêrînin lê şewaz û nêzîkbûna we cuda ye, wezîrê derve dibêje `serokkomarê me di dema tekoşînê de rêyên diyalogê vekirî dihêlîne.`

Ev derî ji kê re vekirî ye, deriyê diyalogeke çawa ye û dê diyalog li ser çi bê kirin?"