HDPê, banga namzedê hevpar li opozîsyonê kir

01 September 2022 15:31 0 dîtin
HDPê, banga namzedê hevpar li opozîsyonê kir

PeyamaKurd- Li ser hilbijartinên ku dê sala pêş li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bên kirin, ji aliyê Hevserokê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Mîthat Sancar ve bang li opozîsyona Tirkiyeyê hat kirin. Sancar, di banga xwe de daxwaza namzedê hevpar ê Serokomariya Tirkiyeyê kir.

Hevserokê HDPê Mîthat Sancar, ji bo ku di hilbijartinan de bihêztir tevbigerin, bang li opozîsyona Tirkiyeyê kir ku ew namzedê xwe yê Serokomariya Tirkiyeyê bi hevparî destnîşan bikin. Sancar di banga xwe de got ku heger bersiva vê banga wan neyê dayîn; ew ê namzedê xwe, bixwe diyar bikin.

Mîthat Sancar bal kişand ser tevlînebûna Tifaqa Milet a ku wekî maseya 6 qor jî tê pênasekirin û diyar kir ku ew ji bo hilbijartinên parlamentoyê, di nav vê tifaqê de cih nagirin lewra wan jî tifaqa Demokrasî û Azadiyê çêkiriye.

Hevserokê HDPê, di banga xwe ya ji bo opozîsyonê de got, “Werin em rêya ku dad û aştî û demokrasiyê bîne welêt vekin û ji bo vê yekê jî em li ser bernameyekê li hev bikin.”

Mîthat Sancar di dawiya daxuyaniya xwe de ragihand ku ew niha li ser diyarkirina namzedan nirxandinên xwe dikin lê kesên ku ne li gorî pîvanên partiya wan bin jî ew ê qebûl nekin.