Li konferansa Qeterê, banga çalakiya hevpar hat kirin
PeyamaKurd- Di konferansa "Îslamofobiya" ya ku li Qeterê hat lidarxistin de li dijî dijminahiya Îslamê, banga "çalakiya hevpar" hat kirin.
Li Zanîngeha Georgetownê,di navbera 30ê Îlonê û 1ê Cotmehê de konferanseke navneteweyî ya bi sernavê "Dîrok û Pratîkên Global ên Îslamofobiyê" hat lidarxistin.
Tevî mamosteyên Zanîngeha Georgetownê, akademîsyen, rojnamevan, hunermend û xwendekarên zanîngehê beşdarî konferansê bûn.
Beşdaran bal kişand ser faktorên cihêreng ên cîhanî, dîrokî, olî û siyasî yên ku bûne sedema belavbûna diyardeya dijberiya misilmanan li seranserê cîhanê û tekezî li ser girîngiya lêkolîn, diyalog û hevkariyê kirin ku kiryarên nefret, pêşdarazî û cudakariyê bên jinavbirin.
Di dawiya konferansê de Dekanê Zanîngeha Georgetown Safvan el-Misrî axivî û got ku Qetar pêşengiya însiyatîfên cîhanî dike da ku rûbirûbûna nijadperestiyê bi hemû şêwe û diyardeyên wê bên têkbirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin