Wî welatî, ji bo Filistîniyan banga çalakiya lezgîn kir

20 October 2023 17:01 0 dîtin
Wî welatî, ji bo Filistîniyan banga çalakiya lezgîn kir

PeyamaKurd- Serokwezîrê Yemenê Moin Abdulmelîk, banga çalakiyeke lezgîn ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê yê di bin êrîşên Îsraîlê de kir.

Li gorî nûçeya ku di ajansa nûçeyan a fermî ya Sabayê de hat ragihandin, Abdulmelîk li Riyada paytexta Erebistana Siûdî bi Nûnerê Taybet ê Amerîkayê Tim Lenderking û Balyozê Amerîkayê yê Sanayê Stephen Fagin re civiya.

Hat diyarkirin ku Abdulmelîk di hevdîtinê de bal kişand ser helwesta sekan a rêveberî, hikûmet û gelê Yemenê ya li hember rewşa Filistînê.

Moin Abdulmelîk di hevdîtinê de got, "Êrîşeke vekirî, berfireh û dagirker ên hêzên siyonîst jenosîdê dikin. Ji bo piştgirîkirina gelê Filistînê yê ku di bin vê êrîşê de ye, divê çalakiyên lezgîn bên lidarxistin. Bombebarana hovane ya ku Nexweşxaneya El-Ehlî ya Baptist li Xezayê kir armanc ku tê de bi sedan zarok û jin hatin kuştin û birîndarkirin. Ev, tawaneke hovane ye ku hemû peyman û yasayên mirovî yên navdewletî binpê dike."