Nêçîrvan Barzanî ji malbata hunermendê navdar ê Silêmaniyê re sersaxî xwest

30 December 2019 20:31 0 dîtin
Nêçîrvan Barzanî ji malbata hunermendê navdar ê Silêmaniyê re sersaxî xwest

PeyamaKurd - Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, bi sedema wefata hunermendê kurd, Aso Omer Suware sersaxî ji malbat û kesûkarên wî re xwest.

Aktor û pêşkêşkarê televîzyonê yê navdar li bajarê Silêmaniyê, Aso Omer Suware îro ji ber nrexweşiyê koça dawî kir.

Serokê Herêma Kurdistanê, Nêçîrvan Barzanî bi sedema koça dawî ya hunermend Aso Omer Suware, peyameke sersaxiyê belav kir.Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de wiha got: “Mixabin min nûçeya koça bêwext a hunermend û aktorê diyar Aso Omer Suwar bihîst.

Ji dil pirse û serxweşiyê li malbata wî ya birêz, li kesûkar û heval û dostên wî, li hunermend û hunerdostên Silêmaniyê û Kurdistanê dikim, hevsoz û şirîkê xema wan im. Xwedayê mezin sebr û aramiyê bide hemû aliyan û xwedêjêrazî bi biheşta xwe şad bike.”