Hunermendê Kurd Mamlê koça dawî kir

18 February 2020 15:44 0 dîtin
Hunermendê Kurd Mamlê koça dawî kir

PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê naskirî Cafer Mamlê di temenê xwe yê 79 salîyê de, li bajarê Mehabadê yê Rojhelatê Kurdistanê koça dawî kir.

Ceifer Mamlê, birayê hunermendê koçkirî yê navdarê Kurd, Mihemed Mamlê ye û kurê herî biçûkê Seîd Mamlê bû. 

Hunermend Mamlê 13ê Cotmeha 1941ê li Mehabad a Rojhelatê Kurdistanê hatiye dinê ku ew jî wekî endamên din yên malbata xwe bi salan xizmeta hunera Kurdî kiriye.

Cafer Mamlê li ber destê bavê xwe, Seîd Mamlê fêrî waneyên strandinê bûye û heta birayê wî yê mezin Mihemed Mamlê li jîyanê bû, bi awayekî fermî stran nedistran û têkilî hunerê nedibû.

Mamlê sala 1992yan digel hinek hunermendên  başûrê Kurdistanê, berhema Firmêskî Şew- Hêsrên Şevê li bajarê Mehabadê tomar kiriye û sala 1995an di salvegera helbestavan Wefayî de helbestên Wefayî bi awaza xwe strandine ku pêşwazîyeke gelek mezin lê hat kirin.

Sala 1999an jî bi vexwendina Komeleya Kultara Kurdî ya Swêdê li çend bajarên Swêd konser dane û herwiha li Başûr û Rojhelatê Kurdistanê jî derketiye pêş hezkarên xwe.