Di nav ava bendava Mizgeftê de 2 zarok xeniqîn

21 August 2021 10:59 0 dîtin
Di nav ava bendava Mizgeftê de 2 zarok xeniqîn

PeyamaKurd – Di nav ava bendava Mizgeftê ya Tirbespiyê de, 2 zarokên ku avjenî dikirin, xeniqîn.

Zaroka bi navê Meha Ebdulxanî Esaf ya 17 salî û Emanî Xalid El-Hesen ya 15 salî dema ku di ava bendava Mizgefê ya navçeya Tirbespiyê de avjenî dikirin xeniqîn.

Her du zarok rakirin nexweşxaneya Heyva Sor a Kurd a li navçeyê.

Li gorî çavkaniyên Heyva Sor a Kurd, sedema xeniqandina her du zarokan ew e, ku piştî xwarin xwarine yekser avjenî kirine û di encamê de bandor li bedena wan kiriye, lewma xeniqîne.