Kirmasan | 3 bira di bendava Azadî de xeniqîn

18 August 2021 10:37 0 dîtin
Kirmasan | 3 bira di bendava Azadî de xeniqîn

PeyamaKurd – Li parêzgeha Kirmaşan ya Rojhilatê Kurdistanê, di bendavê de 3 bira bi hev re xeniqîn.

Li gor zanyariyan, do li navçeya Mîrava ya parêzgeha Kirmaşanê, 3 kes di gola bendava Azadî ya Kirmaşanê de xeniqîn.

Zanyarî didin zanîn, ew kesên han birayên hev bûn û bo melewaniyê ketibûn nav gola bendavê.

Ew her sê bira xelkê gundê Nîrij yê Mîrava bûn. Navê wan jî wiha ye: Mizefer, Mîlad û Wirya Qadirî.