Du bira di çemê Batmanê de xeniqîn

23 June 2019 18:05 0 dîtin
Du bira di çemê Batmanê de xeniqîn

PeyamaKurd - Li Batmanê sê birayên ku ji bo seyranê çûbûn ber çem di ber pêlên ava çem de wer bûn û 2 birayên bi navê Serhat (19 salî) û Sinan Şanli (20) ji ber çavan winda bûn û xeniqîn.

Li gorî zanyariyan birayên ku ji bo seyranê çûbûn ber ava çem, piçûkê wan xwestiye zebeş deyne nav avê daku sar bike û şemitîye di ber avê de çûye.

Piştre jî herdu birayên wî ji bo rizgarkirinê dane pey wî, lê ew herdu bira jî di nav avê de winda bûne û bi alîkariya xelkê derdorê yek ji birayan Burak Şanli hatiye rizgarkirin.

Xizmên hersê birayan bertek nîşanî tîmên hawarçûnê yên AFADê nîşan dan ku dereng bi hawarê ve hatine û zarokên wan ji ber wê jî nehatine rizgarkirin.