25 kesên di çemê Batmanê de asê man hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Li Batmanê piştî qelpaxên bendavê vekirin, asta ava çemê Batmanê bilind bû ku haya xelkê li devê çem jê tinebû, di çem de asê man û hindik mabû bifetisin. Li ser agahdarkirina tîmên îtfaiyê û AFAD ê, her dû tîm karibûn bi botan her 25 kesan ji fetisînê rizgar bikin.
Ji ber ava bendavê zêde bilind bû, rêxestina karên avê ya dewletê qelpaxên bendavê hinek vekirin û ji ber agahiya xelkê devê çem, ji vekirina qelpaxan nebû, hindik mabû ku bifetisin. Tîmên navborî karibûn her 25 kesan rizgar bikin. Her 25 kes li gundên Şerbetkoy, Kêrikê û li qerexê rêya esasî ya navbera Batman û Farqînê bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin