Yûnanîstan: 145 koçberên dixwestin ji çemê Merîçê derbas bibin hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Rayedarên Yûnanîstanê diyar kirin, wan 145 koçberên ji Tirkiyeyê ku dema dixwestin ji çemê Merîçê derbas bibin û li giravekê asê mabûn, rizgar kirin.
Hat diyarkirin ku rewşa koçberên ku di operasyonê de 45 jê jin û 30 jê zarok in ku nûnerên yekîneya Xaça Sor a Yûnanîstanê jî di nav de bûn, hatin rizgarkirin baş e.
Li gorî daxuyaniya polîsên Yûnanîstanê, ew koçber ji aliyê qaçaxçiyên mirovan ên ji Tirkiyeyê hatine berdan.
Karbidestek ji Federasyona Pasevanên Sînor a Yûnanîstanê Panayiotis Harelas ji AFP re got, "Ev ne cara yekem e ku qaçaxçiyên mirovan koçberan diavêjin nav axa Yûnanîstanê,"
Di destpêka vê mehê de, Wezîrê Derve yê Tirkiyê Hakan Fîdan û Wezîrê Derve yê Yûnanistanê Vassilis Kaskarelis pêwendiyeke telefonî encam dan.
Di hevdîtinê de hat destnîşankirin ku Kaskarelis ji ber wezîfeya nû ya Fîdan pîroz kir û mijara koça neqanûnî ya di navbera Kaskarelis û Fîdan de hat nirxandin.
Hate nivîsandin ku pirsgirêka penaberan di çapemeniya Yûnanîstanê de jî hatiye axaftin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin