Li Çewligê 30 kesên di Çemê Muradê de asê mabûn hatin rizgarkirin
PeyamaKurd – Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD), li parêzgeha Çewligê ya Bakurê Kurdistanê, 30 kesên ku ji ber bilindbûna rêjeya ava Çemê Muradê asê mabûn, rizgar kirin.
Li gor zanyariyan, 3 malbat ji bo seyranê çûn gundê Kumgeçit ê ser bi parêzgeha Çewligê ve û li kêleka Çemê Muradê rûniştin, lê piştî demekê rêjeya ava çem bilind bû û 30 kes di çem de asê man.
Li ser agahdarkirinê, Tîmên Rêveberiya Rewşên Bilez û Karesatan (AFAD) û hêzên cendirme, çûn cihê bûyerê û piştî xebata 2 saetan 30 kesên ku di çem de asê mabûn, hatin rizgarkirin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin