Li Cizîrê du bira di çem de xeniqîn
PeyamaKurd - Li navçeya Cizîrê ya Şirnexa Bakurê Kurdistanê, du birayên bi navên Ahmet û Hakan Ercan di çemê Dîcleyê de xeniqîn.
Ahmet û Hakanê ji bo betlanê çûbûn Gundê Çemê Badulê, ji bo xwe hênik bikin ketin ava Çemê Dîcleyê. Herdu birayên ku li tenişta Kana Xîzê ketibûn avê, di avê de xaniqîn û winda bûn.
Hat ragihandin ku termê Ahmet Ercan piştî lêgerînan hatiye dîtin, lê cenazeyê Hakan Ercan hîn nehatiye dîtin.
Lêgerîna ji bo dîtina termê Hakan berdewam dike û termê Ahmet Ercan jî birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin