Li Cizîrê birayê serokê AKPê yê berê hat kustin

05 December 2021 12:25 0 dîtin
Li Cizîrê birayê serokê AKPê yê berê hat kustin

PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li navçeya Cizîrê ya bajarê Şirnexê yê Bakurê Kurdistanê, birayê Serokê berê yê Navçeya Cizîrê yê AKPê Cihan Guven, Tahir Guven di encama êrîşeke çekdarî de hat kuştin.   

Li gorî zanyariyan otomobîla Tahir Guven, roja 4ê Kanûna 2021ê li taxa Cûdî ya Cizîrê ji aliyê hinek kesên nenas ve hat rawestandin û piştre teqe li Tahir Guven hat kirin û di encamê de Guven jiyana xwe ji dest da.

Piştî bûyerê tîmên tenduristîyê çûne cihê bûyerê û termê Tahir Guven rakirine nexweşxaneya Dewletê ya Cizîrê.

Hat diyarkirin derbarê bûyerê lêkolîn hatiye destpêkirin, lê li ser sedema wê bûyerê ti agahî nehatine belavkirin.