Serokê komeleyeke nêzî AKPê li Cizîrê 5 milyon lîreyê xelkê sêland

20 February 2022 17:28 0 dîtin
Serokê komeleyeke nêzî AKPê li Cizîrê 5 milyon lîreyê xelkê sêland

PeyamaKurd – Serokê şaxê Cizîrê yê Tevgera Milî ya Bekayê ku nêzîkî deshilatdariya AKPê ye Halit Barkin, bi sozên xistina kar a welatiyan, 5 milyon lîreyê wan şêland û reviya.

Li gorî ku rojnamevanê Tirk Erk Acarer li ser medya civakî tevî zanyariyên ji çavkaniyên xwe girtine belav kiriye, Halit Barkin bi sozên xistina kar a welatiyan 5 milyon lîreyê ji wan standiye û piştre jî reviyaye.

Hat zanîn ku Barkin dema pere ji xelkê girtine, kaşeyeke bi navê Komeleya Tevgera Milî Bekayê îmze kiriye û soza xistina kar daye wan kesan.

Acarer belav kiriye ku Barkin li beramberî 35 hezar lîreyan protokolên ku wan di karekî dewletê de wekî karmend bicih bike îmze kirine.