Di nav YE û Macaristanê de qeyrana serê Ûkraynayê: YEyê Lûtkeya Ûkraynayê betal kir
PeyamaKurd - Piştî ku Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban serdana Rûsyayê kir û bi Serokdewletê Rûsyayê Vladimir Putin re hevdîtin pêk anî, di pêwendiyên Macaristan û Yekîtiya Ewropayê (YE) de şikesteke dîplomatîk der bû.
Rêveberiya YEyê biryar da ku Lûtkeya serokatiya demkî ya YEyê ya 1ê Tîrmehê boykot bike.
Ev biryara boykotê di dîroka YEyê de helwesteke yekem e ku lûtkeya xwe boykot bike.
YEyê her wiha civîna bilind a Ûkraynayê ya ku wê li Bûdapeşteyê bê lidarxistin, di kêliya dawî de betal kir.
Yekîtiyê ragihand ku wê civîna bilind a Ûkraynayê, li şûna Bûdapeşteyê wê li Brukselê bê lidarxistin.
Nûnerê Bilind ê Polîtîkayên Derve yê YEyê Josep Borrell, di derbarê mijarê de got: "Herçend sembolîk bûya jî divê me sînyalekê bida Macaristanê."
Orban: YEyê alîgiriya şer dike
Rêveberiya Macarîstanê biryara YEyê wekî "bi tevahî zaroktî" rexne kir. Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban jî di derbarê şerê Rûsya û Ûkraynayê de rexneyên tund li welatên endamên YEyê kir û ew bi “siyaseta alîgiriya şer” tawanbar kirin.
Josep Borrell bersiva Viktor Orban jî da û got: “Welatên endamên yekîtiyê, ji bilî îstîsnayekê, hewlên Orban rexne dikin.
Ji 26 welatên yekîtiyê tenê Slovakya di vê aloziyê de piştgirî dide Macarîstanê û Luksemburg jî li pişt biryara rêveberiya YEyê nasekine û bêalî dimîne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin