Ehmed Sera li ser serê Laziqiyeyê daxuyanî da

08 March 2025 08:13 0 dîtin
Ehmed Sera li ser serê Laziqiyeyê daxuyanî da

PeyamaKurd – Ofîsa Medyayê ya Serokatiya Sûriyeyê peyameke vîdyoyî ya Serokê nû yê Sûriyeyê Ehmed Şera derbarê bûyerên dawî yên li Laziqiyeyê weşand. 

Şera di axaftina xwe de destnîşan kir ku hin bermahiyên rejîma berê hewl didin “Sûriyeya nû” ya ku ew hîn nas nakin biceribînin. 

Wî got:

“Îro ew Sûriyeyê ji nû ve nas dikin û dibînin ku ew ji rojhilat heta rojava, ji bakur heta başûr yek û yekpare ye.”

Şera tekez kir ku parastina Sûriyeyê berpirsyariyeke hevpar a hemûyan e û şerê li Laziqiyeyê îspat kir ku ji bo welatekî bi vî gel û ruhê wî sedemeke xemgîniyê tune ye.

 

Şera rasterast bang li hêzên rejîma Esed ya hilweşiyayî kir û wiha got: 

“Em gel in ku dixwazin vî welatê ku we wêran kiriye ji nû ve ava bikin û me niyeteke wisa tune ye ku xwîna kesî birijînin. Em miletek in ku bi rûmet şer dikin, lê hûn bêşeref şer dikin.”

Wî diyar kir ku kiryarên hêzên rejîma berê ne surprîz in û ew ê bersiveke wisa bidin wan ku ew ê nikaribin li ber xwe bidin. 

Şera her weha pesnê leşker û hêzên ewlehiyê da ji ber dilsoziya wan a parastina sivîlan û lez û performansa wan a di şopandina bermahiyên rejîma hilweşiyayî de.

Ehmed Şera destnîşan kir ku ew ê dev ji şopandina hêzên rejîma berê yên ku provokasyonê dikin bernedin û ew ê wan bînin ber dadgehê.