Di navbera DAISê û hêzeke artêsa Iraqê de ser derket: Kustî û birîndar hene
PeyamaKurd – Li sînorê parêzgeha Kerkûkê, di navbera terorîstên DAIŞê û hêzeke artêşa Iraqê de şer derket û di encamê de 2 leşkeran can dan.
Hêzên fewla 1 lîwaya 45 yekîneya 8 a artêşa Iraqê, îro dest bi operasyoneke paqijkirina çemê Roxane ya li sînorê bajarokê Daqûq a li başûrê Kerkûkê kir.
Herwiha hat eşkerekirin, terorîstên DAIŞê li wî sînorî li gel wê hêza artêşa Iraqê ketine şer û pevçûn derketiye û li gor zanyariyan ji ber wî şerî 2 leşkerên Iraqê can dane û 2 leşkerên din jî birîndar bûne.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin