Di navbera du malbatên Diyarbekirê de ser û pevçûn: 4 birîndar

24 April 2019 00:35 0 dîtin
Di navbera du malbatên Diyarbekirê de ser û pevçûn: 4 birîndar

PeyamaKurd- Li nav bajarê Diyarbekirê li taxa Şemsiya, di navbera du malbatan de li ser sînorê baxçe şer û pevçûn derket. Di demeka kurt de pevçûn zêde bû û her dû malbat bi sîlihan lihev xistin.

Di encamê de ji her dû malbatan 4 kes birîndar bûn. Li ser kesên der û dora wan ku xeberê dan polîsan, polîs hate ciyê bûyerê û tîmên tenduristiyê hatin şandin bo deverê.

Birîndaran birin nexweşxaneyan lê d nava wan de birîna yekî xedar e.