Li Diyarbekirê 2 malbatên ku di navbera wan de kustin hebû li hev anîn

14 December 2024 23:05 0 dîtin
Li Diyarbekirê 2 malbatên ku di navbera wan de kustin hebû li hev anîn

PeyamaKurd – Li navça Peyas a bajarê Amedê, berê di navbera du malbatan de pevçûn çêbûbû û di dawiya pevçûnê de kesekî miribû. Pêşhateyên bajêr ketin navbera wan malbatan û wan lihev anîn.

Di 29ê Gulan a 2023an de, li Bûlwara Mahabadê, di xwaringehekî de, di navbera malbatên ku paşnavên wan Öner û Ekinci bûn de, bi çekan şer derketibû û di encamê de Remzi Öner jiyana xwe ji dest dabû.

Her dû malbat li mizgefta li navça Rezan ya bi navê Abdurahman Enç de, di bin Quranê de derbas bûn û li hev hatin.