Rêvebirên Hîzanê du malbatên di navbera wan de dijminahî hebû lihev anîn
PeyamaKurd – Li navça Hîzan a bi ser bajarê Bedlîsê du malbatên ku 51 sal berê di navbera wan de dijminahî çêbûbû û 3 zilam di navbera wan de hatibû kuştin, bi navbeynkariya muftiyê Bedlîsê, qeymeqamê Hîzanê û rûsipiyên deverê lihev hatin.
Kuştina 3 kesan 51 sal berê li gundê Îrît (Çökekyazı) ê çêbûbû û ji bo lihevhatinê li heman gundî xwarinekî ji bo xelkê qelebalix yên amade hat dayîn û lihevhatin temam bû. Xelk ji bo kesên 51 sal berê hatibûn kuştin fatîha xwend, her dû malbatên dijminên hev destên hev toqe kirin û lihev hatin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin