Di navbera Lubnan û Îsraîlê de pevçûnên mûsekî
PeyamaKurd - Hat ragihandin ku ji başûrê Lubnanê ber bi bakurê Îsraîlê ve 8 mûşek hatine avêtin.
Jêderên herêmî yên li Îsraîlê ragihandin ku piştî vê êrişa mûşekî ya ji Lubnanê, li herêma Celîleya Jorîn a li bakurê Îsraîlê ku nêzîkî sînorê Lubnanê ye, dengê alarmên xeteriyê berz bûye.
Jêderan her wiha dane zanîn ku ji aliyê Îsraîlê ve jî bersiv hatiye dayîn. Hat ragihandin ku di kêliya avêtina 8 mûşekan de, artêşa Îsraîlê jî bi top û mûşekan êrişî xalên leşkerî yên li Lubnanê ku 8 mûşek jê hatine avêtin kiriye.
Di derbarê van pevçûnên mûşekî de heta niha ne ji komên çekdar ên li Lubnanê ne jî ji artêşa Îsraîlê ti daxuyanî nehatine dayîn.
Di şer û pevçûnên ku ji 8ê Cotmeha 2023an vir ve di navbera artêşa Îsraîlê û Hizbullahê de li ser sînor berdewam dikin de, 181 endamên Hizbullaha Lubnanê û 10 leşkerên Îsraîlê hatibûn kuştin. Di van pevçûnan de ji 30yî bêtir sivîlên Lubnanî û 6 sivîlên Îsraîlî jî canê xwe ji dest dabûn.aîlLubnan

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin