Di navbera Tirkiye-Gurcistan-Azerbeycanê de lihevkirina sêqolî hat îmzakirin

10 September 2024 21:06 0 dîtin
Di navbera Tirkiye-Gurcistan-Azerbeycanê de lihevkirina sêqolî hat îmzakirin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Yaşar Güler, yê Gurcistanê İrakli Çikovani û yê Azerbaycan Orgeneral Zakir Hasanov li Batûmê tevlî civîna wezîrên bergiriyê bûn û piştî civînê peymana sêqolî îmza kirin. Piştî îmzayê wezîr Güler got:

“Em di çarçova civîna wezîrên bergiriyê de, di civîna 11em de li Batûmê hatin cem hev. Ji ber mêvanperweriya hemkarê min yê Gurcistanê sipasiya İrakli Çikovani dikim. Di kesayetiya wezîran de, silavê serokkomar Erdoğan digihînim xelkê her sê welatan.

Di dema civînê de, me car din desteka xwe ya yekîtiya axa Azerbeycan û Gurcistanê ragihand. Sînerjiya navbera me, di wextê pêşiya me de, dê bibe sedema hevkariya me.”

Hûrahiya mijarên ku di civînê de hatine axaftin nehat ragihandin.