Di navbera Yekîneyên Rizgariya Efrînê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de ser derket
PeyamaKurd – Li navçeya Şehba ya Efrîna Rojavayê Kurdistanê, li du eniyan, di navbera hêzên Yekîneyên Rizgariya Efrînê û çekdarên girêdayî Tirkiyê de şer derket.
Li gor çavkaniyên xwecihî, hêzên Tirkiyê û komên çekdar ên opozisyona Sûriyê, şeva Yekşemê 29ê Mijdarê gundên Eyn Deqna, Bilûniyê, Merinaz û Minix topbaran kirin.
Herwiha hêzên Yekîneyên Rizgariya Efrînê, pêgehên artêşa Tirkiyê û komên çekdar li Kelbîn û Kefer Xaşir bi rokêtan kirin armanc.
Zanyarî destnîşan dikin, piştî topbarankirinê şer û pevçûn di navbera her du aliyan de derketine, lê heta niha encamên wan şer û pevçûnan û ziyanên topbaranê nehatine zanîn.
Herêma Efrînê ji Adara 2018an ve di bin kontrola artêşa Tirkiyê û komên çekdar ên opozîsyona Sûriyê de ye. Tenê herêma Şehbayê û 12 gundên ser bi Efrînê di bin kontrola hêzên Kurdî de mane.
Yekîneyên Rizgariya Efrînê, piştî êrîşa Tirkiyê ya li ser Efrînê hat avakirin. Endamên YRE ji xelkê Efrînê bi xwe pêk tên û armanca wê rizgarkirina herêmê ye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin