Di nêzde seferên Îstenbolê û Yerîvanê destpêdikin

20 December 2021 23:40 0 dîtin
Di nêzde seferên Îstenbolê û Yerîvanê destpêdikin

PeyamaKurd – Wezîrê karên derve yê Tirkiyê Mevlut Çavuşoğlu ragihand ku wê di nêzde seferên balafiran yên navbera Îstenbolê û payîtexta Ermenistanê Yerîvanê destpêbikin. Çavuşoğlu di civîna çapemeniyê ya bi wezîrê karên derve yê Malezyayê bi Seyfeddin Abdullah re li ser pirsa rojnamevanekî li ser seferên navbera Îstnebolê Yerîvanê weha got:

“Ji bo îstîqrara herêmê, me pêngavên baş avêt. Ji bo têkiliyên rast e rast me nûneran ji bo welatên hev tayîn kir. Wê di wextekî nêzde her dû nûner bicivin. Berê jî heya şîrketa Atlas Global di bazara seferan de bû, sefer dewam dikirin. Niha hinek daxwazên şîrketan ji bo seferên navbera Îstenbolê û Yerîvanê çêbûn. Ji her dû aliyan Tirkiyê û Ermenistanê. Em bi wezareta gihandinê re û bi rêxsitina sîvîl ya hewayî re şêwra xwe dewam dikin. Wê seferên hinek şîrketan di rojên pêşiya me de destpêbikin.”