THY, li Îstenbolê 154 seferên xwe betal kir

18 November 2023 18:34 0 dîtin
THY, li Îstenbolê 154 seferên xwe betal kir

PeyamaKurd – Rêyên Hewayî yên Turk (THY) bi sedema şertên hewayê yên Îstenbolê xerabin,154 seferên xwe betal kir. Hewa nexweş îro û wê sibê jî dewam bike. Ji ber hewayê, THY îro 49 sefer û ji yên sibê 105 seferên xwe betal kir.

THY ragihand ku ji ber biryara MADKOMê ku komîta rewşa lezgîn ya metorolojiyê ye, hinek seferên 18 û 19ê Mijdarê yên ji balafirgehên Sabiha Gökçen û Îstenbolê hatine betalkirin.