Di noqava tekna mamoste û xwendevanan de 14 kes mirin

19 January 2024 00:37 0 dîtin
Di noqava tekna mamoste û xwendevanan de 14 kes mirin

PeyamaKurd – Li welatê Hindistanê li eyaleta Guceratê li bajarê Vadodarayê li ser ava Gola Harniyê tekna ku xwendevan û mamsoteyan dibir, noqav bû û di encamê de 12 ji wan zarok bi temamî 14 kes mirin.

Di noqavê de 12 zarokên ku mirine temenên wan di navbera 7 û 13 salan de ne. 2 ji wan mamoste ne. Polîs ragihand ku 20 zarokan rizgar kirine, 2 zarok wenda ne û hinek ji zarokan ji bo dermankirinê di beşa hûrlênêrî de ne.

Rêvebir ragihandine ku xwendevan û mamoste ji bo pîknîkê bikin çûne deverê. Lê nayê zanîn bê di teknê de çend kes hebûne. Lêgerîn û rizgarkirina di golê de dewam dike.

Li ser bûyerê, serokwezîrê Hindistanê Narendra Modi, ji ber qezayê xemgîniya xwe ragihand û got ji bo mirovên candayiyan û birîndaran dê tazmînatê bidin.