Di operasyona ser DEAS ê de li Mûsilê 5 terorîst hatin kustin

12 May 2022 23:53 0 dîtin
Di operasyona ser DEAS ê de li Mûsilê 5 terorîst hatin kustin

PeyamaKurd – Li başûrê bajarê Mûsilê hêzên asayîşê ji bo ser DEAŞ ê operasyon kirin û di encamê de 5 terorîstên DEAŞ ê kuştin. Ragihandin ji aliyê tora medyayê ya ewlehiyê ya Iraqê de bi nivîskî hat kirin. Li gor ragihandinê Polîs û artêşa Iraqê operasyonê bi hevre kirin.

Şerê navbera her dû aliyan di wadiya nêzî tepa Adaye de derket ji ber terorîst xwe li wê derê vedişartin. Hat ragihand ku di nav wan kuştiyan de navên girîng yên DEAŞ ê hene.

Ji sala 2014 an de heya îro li Mûsil, Selahaddîn, Kerkûk û Enbarê DEAŞ î xebatên xwe dikin û neqediyane.