Di operasyonê de 8 endamên Es-Sebabê xistin binçav
PeyamaKurd – Li welatê Kenyayê dewletê operasyon kir ser rêxistina Eş-Şebabê û di encamê de 8 kesan xiste binçav.
Rêvebirê lêpirsîna cezayê yê Kenyayê George Kinoti ragihand ku kesên binçavkirî ew kesin ku li welat tevgerên bombeyî kirine. Kinoti weha got:
“Hatiye tesbît kirin ku têkiliya wan bi rêxistina Eş-Şebabê re heye û hatine binçavkirin. Kesên hatin binçavkirin di asta bilind de perwerda sîlih dîtine. Wexta we ji hineka guman kir, giliyê wan ji me re bikin.”
Li welatê Kenyayê, di 6 ê mehê de di êrîşekî de 7 sîvîl û di 7 ê mehê de di êrîşekî de 4 polîs hatibûn kuştin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin