5 endamên rêxistina Es-Sebabê hatin kustin

11 May 2023 21:45 0 dîtin
5 endamên rêxistina Es-Sebabê hatin kustin

PeyamaKurd – Li gor ragihandina radyo ya Mogadîşoyê; artêşa Somaliyê li devera Şabela Ortê operasyon kiriye ser rêxistina Eş-Şebabê û di encamê de 5 endamên wê kuştiye û hinek ji endamên wê girtiye.

Li gor ragihandina rêvebiriya Somaliyê; di operasyonên ser Eş-Şebabê de, artêşê di ser 80 kesan de endamên Eş-Şebabê kuştiye. Serokwezîrê Somaliyê Hamza Abdi Barre, ragihandibû ku di 6 mehên dawiyê de endamên Eş-Şebabê %70 kêm bûne.

Ji sala 2000an heya niha rêxistina Eş-Şebabê dixwaze bibe desthilatê Somaliyê, gelek caran êrîşan dibe ser jîngeh û ciyên leşkerî. Rêxistin carna li Kenyayê jî dikeve nav tevgeran.