20 kes zêde ji endamên Es Sebabê hatin kustin
PeyamaKurd- Li welatê Somaliyê li herêma Hirayê ertêşa Somaliyê operasyon kir ser endamên Eş Şebabê û di encamê de di ser 20 kesan de endamên rêxistinê hatin kuştin. Ragihandina bûyerê ji aliyê parêzgerê bajarê Jalalaqsiyê Muhammed Nûr Agajûf de hat kirin. Agajûf di axaftina xwe de weha got:
“Di operasyonê de di ser 20 endamên Eş Şebabê hatin kuştin. Gelek muhîmatên ku yên rêxistinê ne hatin girtin ku di nava wan de 18 sîlih hene. Rêxistin gelek caran êrîş bir ser baregehên leşkerî û li ser êrîşan artêş ket nav tevgera li dijî wan.”
Rêxistina Eş Şebabê li başûrê welat gelek gund û qesebeyan di bin destê xwe de digre.
Îro car din li Somaliyê li herêma Şabelleyê, li baregeha hêzên Amerîkayê ya li Baledogle, 2 erebeyên Amerîkayiyan hatin teqandin û piştî teqînê şer derket. Êrîşa duyem li payîtext Magadîşoyê çêbû û avêtin ser konwoya leşkerên Îtalyayê û teqemeniyê teqandin.
Di êrîşan de behsa kuştî û birîndaran nehat kirin lê rêxistina Eş Şebabê bûyerê xist sitûyê xwe.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin