Li Somaliyê di hefteyekî de zêdetirê 200 mîlîtanên Es Sebabê hatin kustin
PeyamaKurd – Rêvebirên welatê Somaliyê ragihandin ku di nav hefteyekî de artêşa Somaliyê (SNA) li başûr û herêma navenda welatê xwe operasyonan kirine û ji 200an zêdetir çekdarên Eş Şebabê kuştine. Wezîrê ragihandinê yê Somaliyê Daud Aweis Jama roja çarşemê li payîxteta Somaliyê li Mogadişuyê civîna çapemeniyê kir û got ku çekdarên bi el-Qaîde re têkildarin, operasyonan kirine ser wan û encama ku xwestine bidest xistine.
Jama ragihand ku fermandarekî Eş Şebabê, pisporekî bombeyan bi gelek kesan ve jî teslîm bûne. SNA ragihand ku leşkeran li navenda Somaliyê li herêma Mudugê roja sêşemê operasyoın kiriye, 10 endamên Eş Şebabê kuştine û gelek endaman jî birîndar kirine.
Rêxistina Eş Şebabê heya niha li ser operasyonan ti daxwuyanî nedaye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin