Herî kêm 122 endamên Es-Sebabê hatin kustin

22 February 2023 01:34 0 dîtin
Herî kêm 122 endamên Es-Sebabê hatin kustin

PeyamaKurd – Li welatê Somaliyê li Şabela Navîn û Galmudugê ji 112an zêdetir endamên eş-Şebabê hatin kuştin. Li gor ragihandina wezareya ragihandinê ya Somaliyê; li Mahaday a Şabela Navîn hêzên herêmê û navdewletî bi hevre operasyon kirin û 42 endamên Eş-Şebabê kuştin.

Li eyaleta Galmudug li devera Shabeelowê di oprasyonê de herî kêm 80 endamên rêxistinê hatin kuştin. 7 mehe ku artêşa Somaliyê li hemberê rêxistinê operasyonên xwurt dike û gelek deveran car din xistiye bin kontrola xwe.