Di otomobîla ku li Meletiyê wergeriya de 5 kes birîndar bûn

16 November 2024 18:42 0 dîtin
Di otomobîla ku li Meletiyê wergeriya de 5 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Meletiyê li navça Darende otomobîla ku ji bin destahilata ajotvan derket, wergeriya û daket binê rê. Di qezayê de ajotvan û 4 kes birîndar bûn. Qeza, li dora 12.30an de li ser rêya Meletiyê û Qeyseriyê çêbû

Di qezayê de ajotvan Ş.B.(32) R.Z.Ş. (8), İ.Y. (41), E.Y. (10), N.Y. (16) birîndar bûn. Tîmên cendirmeyan, tenduristiyê û îtfaiyê çûn ciyê bûyerê, birîndarên di otomobîlê de asê mabûn wan derxistin û birin nexweşxanên cuda yên bajêr.