Di paketa Amerîkayê ya ji bo Ûkraynayê patriot hene û miqdar 1,85 mîlyar dolare
PeyamaKurd – Amerîka paketekî nû ya alîkariyê ji bo Ûkraynayê ragihand. Miqdarê paketê 1,85 mîlyar dolare û di nav paketa alîkariyê de sîstema bergiriya hewayî ya Patriotan heye.
Serokê ÛKraynayê Zelenski ragihand ku ew ji bo têkiliyên fermî deyne do çûye Amerîkayê. Zelenskiy di ser hesabê xwe yê Twitterê de weha got:
“Ji bo îstîqrara Ukraynayê û şiyanên bergiriyê fireh bikim ez çûm Amerîkayê. Bi taybetî bi serok Joe Biden re em ê li ser hevkariya navbera Amerîka û Ûkraynayê biaxifin. Ez ê di kongê de biaxifim û gelek hevdîtinan bikim.”
Piştî seredana Zelensky wezîrê karên derve yê Amerîkayê Blinken ragihand ku miqdarê paketa alîkreaiya ji bo Ûkraynayê 1,85 mîlyar dolare û di nav de sîstema Patriotan jî heye.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin