Ji Amerîkayê pêsniyazên nû bo Tirkiyê: Patriot û F-35 jî tê de hene

24 September 2019 20:26 0 dîtin
Ji Amerîkayê pêsniyazên nû bo Tirkiyê: Patriot û F-35 jî tê de hene

PeyamaKurd – Hat îdia kirin, rêveberiya Washingtonê piştî ku Tirkiyê sîstemên parastina esmanî S-400ên rûsî kirin, teklîfeke nû pêşkeşî Tirkiyê kiriye ku di nav wê pakêtê de ekonomî, sîstemên parastinê yên esmanî Patriot û balafirên F-35 jî hene.

Dihat pêşbînîkirin ku Amerîka ji ber kirîna S-400an sizayan bi ser Tirkiyê de bisepîne, lê hat îdiakirin ku pêşniyarên nû li Tirkiyê hatine kirin.

Hat ragihandin ku Balyozê Amerîka li Enqerê David Satterfield, pakêta pêşniyarên welatê xwe bi devkî pêşkeşî karbidestên Tirkiyê kiriye û tê çaverêkirin, derbarê F-35an û Patriotan de gav bên avêtin.

Herwiha Satterfield gotiye, ew dê rêjeya aboriya navbera Amerîka-Tirkiyê jî derxin 100 milyar dolaran.

Dîsa tê gotin ku dê veguhertina bacên gumrikên li ser pola û aluminyon de jî di nav pakêta hatiye pêşniyarkirin de cî bigirin.