Di qeza çûnûhata li navça Kolikê de 6 kes birîndar bûn

15 August 2024 23:39 0 dîtin
Di qeza çûnûhata li navça Kolikê de 6 kes birîndar bûn

PeyamaKurd – Li bajarê Semsûrê li navça Kolikê di qeza çûnûhatê de du otomobîl li hev ketin û di encamê de 6 kes birîndar bûn.

Qeza li ser rêya Kolik-Semsûrê li gundê Zeytinê çêbû. Ji ajotvanan kesê bi navê A.K. û 5 kesên din birîndar bûn. Dema tîmên tendursitiyê yên lezgîn çûn ciyê bûyerê, piştî mudaxeleya ewilî, birîndaran bi ambûlansan birin nexweşxana Kolikê ya dewletê û ya Semsûrê ya perwerdê û lêkolînê.