Di êrîsa grûba serhildêr ya li Kongoyê de 11 sîvîl hatin kustin
PeyamaKurd – Li Komara Kongoya Demokratîk ya Afrîkayê, grûba bi navê ADF, li eyaleta Kivu ya Bakûr di êrîşa çekdarî de 11 sîvîl jiyana xwe ji dest dan. Di êrîşê de agir bera gelek xaniyan dan û di navbera serhildêran û hêzên asayîşa dewletê de şer dewam dike.
Li gor çapemeniya netewî ya Kongoyê; li herêma Lubero li gundê Bilulu û Makaburi hêzên Hevkariya Demokratîk (ADF) êrîşê birin ser gundên navborî.
Grûba bi navê ADF, di dawiya sala 1990an de, bi tevlîbûna Artêşa Rizgariya Netewî ya Ûgandayê (NALU), Artêşa Misilman ya Rizgariya Ûgandayê û Civaka Teblîxê ava bû.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin