Di roja yekemîn a cejnê de Idlib hat bombebarankirin

05 June 2019 10:59 0 dîtin
Di roja yekemîn a cejnê de Idlib hat bombebarankirin

PeyamaKurd - Di yekem roja cejna Remezanê de li deverên opozsiyona Sûriyê, bombebaraneke tûnd li ser bajar û bajarokên Idlibê hat encamdayîn.

26 ÊRÎŞÊN ESMANÎ BIRIN SER IDLIB Û HAMAYÊ

Çavkaniyên herêmî ragihandin, ku ji şeva Cejnê ve heya doh serê sibehê û balafirên şer ên Sûriyê û Rûsya, 26 êrîşên esmanî birin ser bajarokên Meerêt El Numan, Xan Şêxûn, Meerêt Hurme û Erîha li herêma Idlibê û Hemayê.

Li Meerêt El Numan bazareke xelkê rastî êrîşê hat û di encamê de 4 kes hatin kuştin û bi dehan kes birîndar bûn.

‘78 KES DI ENCAMA BOMBEBARANÊN SÛRIYÊ Û RÛSYAYÊ DE HATİNE KUŞTİN’


Li gorî berpirsên tenduristî li Idlibê, ji dawiya meha gulanê ve heya destpêka meha Hezîranê, hezar û 78 kes di encama bombebaranên artêşa Sûriyê û Rûsyayê de hatine kuştin.