Di rojên Cejna Newrozê de li Hewlêrê qedexeya çûnûhatinê nîne
PeyamaKurd - Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ragihand, di rojên cejna Newrozê de, qedexeya çûnûhatinê nayê ragihandin.
Parêzgarê Hewlêrê Omêd Xoşnaw ji rojnamevanan re ragihand, di civîna Komîteya Bilind a Rûbirûbûna Koronayê û civîna Odeya Operasyonan de, hejmarek pirs, eger û bijarde li ber destê wan bûn, lê behsa karantîne û qedexeya çûnûhatinê nehat kirin.
Omêd Xoşnaw got, boneyên Adarê û Newrozê pîroz in, lê tiştê girîng ew e ku kombûnên mezin çênebin û xelk pabendî rênimayên tenduristî û xweparastinê bin û xwe û jîngehê biparêzin.
Omêd Xoşnaw daxwaz ji welatiyan kir, biryarên Odeya Operasyonê yên taybet bi rêkarên xweparêziyê li ber çavan bigirin, ji bo xwe û malbatên xwe ji pandemiya Koronayê biparêzin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin