Di ser serê Xezzeyê re salek derbas bû
PeyamaKurd – Îro salek di ser şerê Xezzeyê re derbas dibe. Di nava salekê de bi qasî 42 hezar Filistînî di êrîşan de hatin qetilkirin, 100 hezar kes birîndar bûn û bi milyonan kes jî koçber bûn.
Welatiyên Xezzeyê ji malên xwe hatin derxistin û li kampên penaberan hatin bicihkirin, lê bi hêviya ku rojekê vegerin welatê xwe jiyana xwe didomînin.
Di ser destpêkirina şerê Xezzeyê re salek derbas bû. Pevçûn hê jî berdewam dikin. Xezzeyî di bin xirbeyan de dijîn. Di bin xirbeyan de qêrîna zarokan û nalîna jin û kalan tê bihîstin. Ev hemû peyamek ji cîhanê re dişîne, tîne bîra cîhanê ku ev şer yek ji herî xirab sûcên qirkirinê ye.
Xezzeya ku piraniya saziyên wê ji xizmetê ne, veguheriye girtîgeheke mezin û bi hezaran mirovên birçî û nexweş lê hene. Xeyala wan kesên ku di konên çiryayî de dijîn ew e ku vegerin malên xwe.
Ji 7ê Cotmeha 2023an heta niha 17 hezar zarok, zêdeyî 11 hezar jin û nêzî 42 hezar Filistînî di êrîşan de hatine qetilkirin.
100 hezar Filistînî birîndar bûn. Bi hezaran winda ne.
Ji 10 Xezzeyiyan 9 kes neçar man cih, cih û warên xwe biterikînin. Li Xezzeyê êdî cihekî ewle tine ye.
Di nava salekê de 885 personelên tenduristiyê û 83 personelên parastina sivîl jiyana xwe ji dest dane.
Di êrîşên Îsraîlê de 190 avahiyên dibistan û zanîngehan hatin hilweşandin. Di êrîşên Îsraîlê de 814 mizgeft û 3 dêr hatin hilweşandin. Cihên arkeolojîk û şûnwarên dîrokî zirar dîtin.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin