Di tankêra Rûsya de teqîn çêbû
PeyamaKurd – Li Derya Azakê ya di navbera Rûsya û Ûkraynayê de, di tankêra bi navê Hazî Aslanov de teqîn çêbû. Tankêr ya Rûsyayê ye. Li gor ragihandina Ajansa Federal ya Rûsyayê ya Deryayî û Gihandina Rûbarî (Rosmorreçflot), tankêra Rûsyayê diçû lîmana Rostovê ku bi ser herêma Grasnadarê ve ye û li Buhira Kerçê de, di tankêrê de teqîn çêbûye.
Ajans ragihand ku piştî teqînê ji xebatkarên tankêrê 10 ji wan hatine rizgarkirin, 3 xebatkar wendane û bo rizgarkirina wan xebat dewam dike. Tankêra petrolê vala bûye û bi sedema keledûmana wê teqîn çêbûye. Ajans got ku xebata vemirandina agir dewam dike.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin