Di teqîna Serêkaniyê de yek ji wan bi giranî 4 sivîl birîndar bûn
PeyamaKurd – Hat ragihandin ku li bajarê Serêkaniyê yê ji aliyê artêşa Tirkiye û komên çekdar ve hatiye dagirkirin, teqînek çêbû.
Li gorî zanyariyan teqîn li sûka sebzeyan a bajarê Serêkaniyê rû daye û yek ji wan bi giranî 4 kesên sivîl birîndar bûne.
Hat diyarkirin ku birîndar bo nexweşxaneya Serêkaniyê hatine veguhestin û rewşa yek ji birîndaran giran e.
Hêjayî bibîrxistinê ye, ji meha Cotmeha 2019an ve ku Serêkaniyê hatiye dagirkirin, teqîn çêdibin û heya niha gelek kes bûne qûrbaniyên wan êrîşên bombeyî.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin