Ji ber teqîna mayinekê li Kirmasanê kolberek bi giranî birîndar bû

02 November 2020 13:35 0 dîtin
Ji ber teqîna mayinekê li Kirmasanê kolberek bi giranî birîndar bû

PeyamaKurd –  Ji ber teqîna mayinekê, li devera Newsûd ya Kirmaşanê kolberek birîndar bû.

Li gor Malpera Mafên Mirova ya Hengawê ragihand, do danê êvarê mayinek li nêzîkî gundê Şoşmê yê nahiya Newsûd ya bajarê Pawe li parêzgeha Kirmaşanê teqiya. Di encama wê teqînê de, kolberek bi giranî birîndar bû.

Herwiha çavkaniya Hengawê da zanîn, navê wî kolberê ku birîndar bûye, Loqman Rehîmî ye û xelkê gundê Banewre yê Newsûdê ye. Di wê rûdanê de piyekî wî kolberî qut bûye.