Li bajarokê Kifrî du karker ji ber teqîna mayinekê birîndar bû
PeyamaKurd – Li bajarokê Kifrî, du karkerên ku bav kurek in, ji ber teqîna mayinekê bi giranî birîndar bûn.
Li gor zanyariyan îro danê sibê 2yê Îlona 2022yan, li bajarokê Kifrî ji ber teqîna mayînekê li cihekî komkirina hesin, du kes bi giranî birîndar bûn û ji bo nexweşxaneyê hatin veguhestin.
Herwiha çavkaniyek ji polîsê navçeya Kifrî da zanîn, vê sibê li başûrê navçeya Kifrî, bav û kurek di dema komkirina hesin de mayînek bi wan de teqiya û her du bi giranî birîndar bûn.

Şîrove (0)
Hîn şîrove tune. Yekem şîroveya xwe binivîsin!
Şîroveya xwe binivîsin