Di teqîna teqemeniya destçêkirî de leskerekî can da

31 May 2022 23:21 0 dîtin
Di teqîna teqemeniya destçêkirî de leskerekî can da

PeyamaKurd – Li bajarê Sêrtê li navça Perwariya, li gundê Doxanê, teqemeniya ku bi destçêkirî hatibû çandin, teqiya û di encamê de du leşker birîndar bûn.

Leşkerê birîndar bi helîkopterê birin nexweşxana Sêrtê ya Perwerdê û Lêkolînê. Leşkerê bi navê Ercan Özcan ji ber birîna wî giran bû li nexweşxanê can da.

Ercan Özcan ji xelkê Balıkesir a Anedolê bû.