Di topbarana artêsa tirk a Girê Spî de leskerekî Sûrî birîndar bû

16 November 2020 15:49 0 dîtin
Di topbarana artêsa tirk a Girê Spî de leskerekî Sûrî birîndar bû

PeyamaKurd - Artêşa Tirkiyê îro 16ê Mijdarê ji danê sibehê ve gundên derdora bajarê Girê Spî yê Rojavayê Kurdistanê topbaran dike.

Hat ragihandin ku topbarana artêşa Tirkiyê li ser gundên Qizelî, Xirbit Beqer, Korhesen, Erîda û embarên Qizelî yên rojavayê Girê Spî hatiye kirin.

Li gorî çavkaniyên herêmê di encama topbarana li ser gundê Erîdayê de, leşkerekî ji hêzên rejîma Sûriyê birîndar bûye.

Hêjayî bibîrxistinê ye, doh jî gundên Hoşan, Xalidiyê û Xwaringeha Seqir ên li rojavayê navçeya Eyn Îsayê hatibûn topbarankirin.

Li aliyê din gundên Malikiyê, Meranaz, Şiwarxa û Kela Şiwarxa yên navçeya Şera ya Efrînê û gundên Eyn Deqnê û Bêlûniyê yên Şehbayê jî ji aliyê artêşa tirk û komên çekdarên bi ser wê ve hatin topbarankirin.